Li Dibistana Fîraz Dag a li Londonê coşa ‘derçûnê’

Li Dibistana Zarokan a Fîraz Dag a ser bi Meclîsa Gel a Londonê, ji bo 30 şagirtên ku derçûn, merasîmek hate lidarxistin.

Dibistana Zarokan a Fîraz Dag, ku 26’ê Îlona 2020’an ji bo bîranîna Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê şervanê YPG ku li Reqayê şehîd bû, ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hate vekirin, şagirtên xwe yên destpêkê der bir.

Di merasîma derçûnê de ku zarok gelekî bi kêfxweş bûn, komuna piştgiriyê ya malbatan jî xwarinên ji herêma xwe pêşkêş kirin.

Zarokan li ber çepik û tilîliyan bawernameyên xwe standin. Zarokan gotin, li Dibistana Fîraz Dag ew hînî hevaltî, hezkirin û zanyariyê bûne.

Di merasîmê de ji bo bîranîna Mehmet Aksoy xelata ‘Hevaltî’ radestî du şagirtan hate kirin.

Şagirtên Dibistana Fîraz Dag piştî ku bawername wergirtin, li ber wêneyê şervanê YPG’ê Mehmet Aksoy wêneyê derçûnê kişandin.

Piştî merasîmê zarokan bi hev re stranên “Zimanê Kurdî” û “Berxwedan jiyan e” gotin.

Back to top button