Hikumeta Efxanistan: 53 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Di demeke danûstandinên navbera Efxanan pêk tê de, şer qet kêm nabe.
Hikumeta Efxanistanê ragihand ku di şerên li bakur, başûr û rojhilatê welat de 53 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.
Hemwextî dijawarbûna şer, jinên Efxanî jî di nava artêşê de tên perwerdekirin.
Lîderê Talîban Axundzade jî dibêje ew alîgirê çareseriyeke siyasî ya li welatin.

Li Efxanistanê, rewş ji her demê aloztire.

Li aliyekê hêzên DYA û NATO ji welat vedikişin, li aliyê din jî şer û alozî gur dibe.

Wezareta Efxanistanê îro bi daxuyaniyekê wiha got:

Li kantona Kabîse ya rojhilat di êrişên hewayî yên hêzên Efganistanê yên li dijî deverên Taxib û Nicrabê de, 18 çekdar hatine kuştin û 24 birîndar bûne.

Ji van 3 fermandarên Talîban in.

Wezaretê ragihand di operasyonên hêzên Erkaxweparastinê de li paytexta kantona Helmend a başûr leşkergehê de, 20 çekdarên Talîban hatine kuştin û 8 birîndar bûne.

Li kantona Belex a bakur jî di êrişên hewayî de li herêma Kaldar 15 çekdarên Talîban hatine kuştin û 6 birîndar bûne.

Hêzên Efxanî îdia dikin ku çekdarên Talîban û çeteyên DAIŞ’ê bi hevre êrişî wan kiriye.

Hikumeta Efxanistan: Wê hêzên taybet ên jin jî biçin eniyên şer

Wezîrê Paratinê yê Efxanistanê Bismillah Xan di merasîma leşkerî ya li paytext Kabul de axivî û wiha got:

Wê ticarî bi şer û tundiyê nekarin bigihêjin armanca xwe.

Tundî ne çareserî ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Efganistanê Fuad Eman derbarê şerê li Efganistanê de, li ser malpera xwe ya twîterê peyamek belavkir.

Fuad Eman got, “wê hêzên taybet ên jin yên artêşa Efganistanê, dijî çekdarên Talîban biçin eniyên şer.

135 hêzên taybet ku 20 jê jinin, piştî perwerdeya xwe temam kirin, ji bo şerê dijî terorîst û parastina Efxanistanê, wê biçin eniyên şer.”

Talîban: Em alîgirê lihevkirineke siyasî ne

Hemwextî peyam û gurbûna şerê navbera aliyan, hevdîtinên Talîban û Efxanistanê li paytexta Qeter Doha pêk tên.

Lîderê Talîban Mele Hibatullah Axundzade jî di peyama xwe ya ji bo Cejna Qûrbanê weşandî de daxwaza çareseriya pirsgirêkan bi riya diyalogan kir.

Mele Hibatullah Axundzade diyar kir ku ji bo vê yekê jî wan komek baş amade kiriye û careke din ji binkeftina danûstandinan hikumeta Efxan tewambar kir.

Axundzade anî ziman ku bê ku aliyek ji derve beşdar bibe ew dikarin bi xwe pirsgrêka xwe çareser bikin.

Ji 12’ê Îlona 2020’an ve danûstandinên navbera Efxanan de pêk tê.

Lê heta niha van danûstandinan ne kariye şerê 20 salan bidawî bike.

Back to top button