Kampanya hashtagê ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser wê îşev dest pê bike

Kampaniya haştagê ya “Bila Statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bê Naskirin” îşev saet 20:00 dest pê bike. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî banga tevlîbûna kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser kir.

Kampaniya haştagê ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê ve tê birêvebirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê kampanyayê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û banga tevlêbûnê kir.

Ebdî got: “Em seat 20:00’an dest bi kampanya bi hêzkirina têkoşînê ji bo misogerkirina pêşeroja Bakur Rojhilatê Sûriyê bikin. Kampanya me di ser tora civakî de wê bê meşandin û bighêje her sazeyeke li cîhanê.”

Back to top button