Li Idlib û Helebê, di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 8 kes hatin kuştin

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de her diçe şer dijwar dibe.
Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyan yên li Idlib û Helebê de 8 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.
Her weha çeteyan jî îro bajarê Helebê bi moşekan bomberan kirin.

Piştî gera 16’an a civînên Astanayê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de gur dibe.

Hêzên hikumetê bi dijwarî deverên çeteyan yên li Idlibê û Helebê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro, hêzên hikumetê derdora bajarokên Darit Izê دارة عزة û hêremên Kefr Nûran û Tewame yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hat diyar kirin di encamê de li Darit Izê zarokek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Hêzên hikumetê vê sibehê jî, bajaroka Ihsim yê li Cebel Zewiyê yê li başûrê Idlibê hedef girtin.

Hat ragihandin di topbaranê de 7 kes hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn.

Her weha hêzên hikumetê deverên çeteyên Tirk yên li Fitîra û Filîfil yên li Cebel zawiyê jî topbabaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku ji ber topbarana dijwar bi dehan malbat ji gundên herêma Cebel Zewiyê koçber dibin.

Çeteyên Tirkiyê bi moşekan êrîşî Helebê kirin

Her weha îro jî bajarê Helebê bi mûşekan hat hedef girtin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku çeteyan taxa El-Şehba ya li bajarê Helebê ya ku di bin serweriya hikumetê de ye, bi moşekan topbaran kirin.

Çeteyan nuqteyên hêzên hikumetê yên li bajarokên Kefrenbil û Besqîla yên li Idlibê jî topbaran kirin.

Duh jî di encama êrîşên çeteyan bi ser cih û deverên hêzên hikumetê yê li gundê Mîrnaz ميرناز yê li rojavayê Helebê de leşkerêkî hikumetê hat kuştin.

Çavdêriyê duh diyar kiribû ku di encama topbarana derdora gundê Serjê yê li başûrê Idlibê de jê 3 zarok û jinek 6 kes hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn

Back to top button