MSD, Kongra Star, YPG, PYD, KNK û KONGRA-GEL Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin

MSD’ê, Kongreya Star, YPG’ê, PYD’ê, KNK’ê û KONGRA-GEL jî bi daxuyaniyên cuda salvegera 9. a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin.
Hat gotin şoreşa ku di dîroka gelên Rojhilata Navîn de gaveke nû ye li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo û bi pêşengiya jinan hat avakirin.

MSD bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û salvegera şoreşê li gel pîroz kir.

MSD’ê diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê çand û hêviyên gelê Sûriyê ên guhertin û veguhertina demokratîk, temsîl dike.

MSD’ê bang li hemû gelên Sûriyê û kir ku li dijî êrîş û parçekirina Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin.

Kongreya Star bang li jinan kir ku têkoşîna ji bo azadiyê bilind bikin

Koordînasyona Kongreya Star- Rojava jî bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û salvegera şoreşê li Rêber Ocalan pîroz kir.

Kongreya Star diyar kir ku komkujiyên ku li dijî jinan têne kirin ne tenê li dijî jinê ye, lê belê li dijî fikr û azadiya wê têne kirin.

Kongreya Star bang li jinan kir ku têkoşîna ji bo azadiyê bilind bikin.

PYD’ê bang li gel kir ku li hember şerê taybet hişar bin

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û piştrast kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê, geş bû, mezin bû û êdî berhem dide.

PYD`ê diyar kir ku hemû pêkhate di nava Rêveberiya Xweser xwedî xweserî û çanda xwe ne, jin jî roleke pêşeng di serkêşiya şoreşê de dilîze.

PYD`ê bang li gel kir ku li hember şerê taybet yên hêzên dijber hişar bin.

YPG sozdariya xwe ya parastina şoreş û gel dubare kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê salvegera şoreşê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir.

YPG’ê soza xwe ya parastina destketiyên şoreşê û rizgarkirina herêmên dagirkirî dubare kir

KNK: Ji bo gel û welat azad bibe, berdelên gelek mezin hatin dayîn

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê jî bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê peyamek da û şoreş li şervanên azadiyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz kir.

KNK’ê got bi vê şoreşê hemû gel û bawerî li ser bingeha wekheviyê bi hevre di nava aştiyê de dijîn.

KONGRA-GEL: Şoreş di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladeke nû ye

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL jî diyar kir şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladeke nû ye ku ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo hat avakirin.

KONGRA-GEL diyar kir ku wê berxwedana li dijî dagirkeriyê bi ser bikeve, dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk biçin.

“Rojava weke şoreşa avakirina jiyana azad xwe daye rûniştandin”

Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo salvegera 9’an 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevar dan.

Hat gotin Rojava şoreşeke ji bo me hemûyan e, rê li pêşiya me nîşan dide û weke şoreşa avakirina jiyanekê azad xwe daye rûniştandin

Back to top button