JI BER LEHIYÊ LI BAJARÊ LORISTANÊ BI TENÊ 20 GUND BI ERDÊ RE BÛNE YEK

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê ev çend roj in baraneke zêde dibare. Ji ber baranê jî lehî li piraniya bajar û navçeyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê rabûye. Tenê li du bajarên Loristanê, 20 gund bi erdê re bûne yek.

Parlamenterê Puliduxterê Seîd Hemîd Reza Kazmî li Parlamentoya Îranê diyar kir ku nîvê bajarên Puliduxter û Memûlan yên Loristanê wêran bûne.

Seîd Hemîd Reza Kazmî got;

20 gund bi erdê re bûye yek û peywendiyên li gel 70 gundan jî qût bûne.

Kazmî eşkere kir ku kesên ji ber lehiyê reviyane ji derveyî cilên li xwe tiştek din bi xwe re ne birine û nêzî 30 hezar kes jî bê pêlav in.

Parlamenterê Puliduxterê daxwaz ji Wezîrê Hundirîn ê Îranê kir ku demildest konên pêwîst û alikariyê ji bo mexdûrên lehiyê bişînin.

Li gorî daneyên ne fermî jî heta niha zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha Serokê Karûbarên Eşîrên Îranê Kerîm Elî Qendalî ji çapemeniya Îranê re eşkere kiriye ku li Rojhilat û Îranê ji ber lehiyê 15 hezar pez telev bûne.

Leave a Reply

Back to top button