Li Reqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, îro şahiyeke navendî li malgundiya Hetîn ya rojavayê bajarê Reqayê hate lidarxistin.Her wiha bi heman boneyê Meclisên bajarê Qamişlo, Dêrikê û Girkê Legê, dest paqijkirina herêmê kirin.

Bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şahiyeke navendî li malgundiya Hetîn a rojavayê bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Girseyeke mezin a şêniyan di nav de saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên ji herêmên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xalid Berkel axivî şehîdên xwe bi bîr anîn, û diyar kir ku şoreş hêza xwe ji fikirê neteweya demorkatîk digire, di aloziya Sûriyê de xeta sêyemîn hilbijart.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya, Xûd Îsa jî rola jinan di şoreşê de silav kir û diyar kir ku jinan karîn beşdarî rizgarkirina herêmê bibin.

Di dawiya pîrozbahiyê de Hemdan El-Ebid bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin.

Afram Îshaq banga tevlêbûna pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku beşdarî pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin ku dê sibe saet 17:00’an li Stada Şehîdên 12’yê Adarê ya li Qamişlo were lidarxistin.

 

Back to top button