Kampanyaya ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser bal kişand

Kampanya haştagê ya #Status4NorthAndEastSyria ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên êvarî de li ser medya dîjîtal dest pê kir û di demek kurt de bal kişand.

Meclisa Ragihandina Sanal a Kurdistanê  êvara roja şemiyê bi navê “Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin” kampanyaya haştagê ragihand û bang li her kesî kir ku roja yekşemê saet 20:00’an li gorî dema Sûriyê beşdarî kampanyayê bibin.

Fermandarê Giştê yê QSD’ê Mezlûm Ebdî duh bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna kampanyayê kir. Gelek kesyaetên siyasî yê navdar û berpirsên di hikumetên Ewropayê de piştgirî dan kampanyayê.

Kampanyaya bi haştaga  #Status4NorthAndEastSyria di saetê êvarî de dest pê kir û bi hezaran vikarhênerên medya civakî  tevlê bûn.

Li gorî berpirsên kampanayayê, haştag di demeke kurt de li ser facebook û twîtterê bal kişand. Kampanyaya hîna berdewam e.

Back to top button