Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hate bi bîr anîn

Kedkarê çapemeniya azad şehîd Mistefa Mihemed di salvegera 5`emîn a şehadeta wî de li goristana Şehîd Dicle hate bi bîr anîn .

Di salvegera 5`emîn a şehadeta rojnamevan û nûçegihanê Ronahî Tv Mistefa Mihemed, dema pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê 2016`an dişopand, gihaşt asta şehadetê.

Bi dehan rojnamevan, hevalên şehîd û malbata wî li ser gora wî ya li goristana Şehîd Dicleyê şehîd bibîr anîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

piştre endama Ajansa Jinê (JINHA) a li Kobanê Dilûcan Bozê axivî û got:

“Şehîd Mistefa yek ji têkoşerên ku ji bo dengê rastiyê û dengê şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne cîhanê kar û xebat kir. Emê jî layîqê van şehîdan bin.”

Her wiha Dayika şehîd Mistefa da zanîn ku wê kurê xwe wenda kir, lê bi dehan keç û xortên li ser şopa şehîd Mistefa hene, kurê wê ne, di dil û bîra wê de zindî ne.

Back to top button