PÛTÎN Û ERDOGAN LI MOSKOWÊ LI HEV CIVIYAN

Serokên Tirkiyê û Rûsya îro li qesra serokatiyê “Karmêlin” civiyan..
Ev serdan di wextekê de tê ku, Peymana di navabera herdû serokan de li Idlibê têk çû, pêk tê..

Serokê Rûsya Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Erdogan beşdarî civîna Konseya Bilind a hevkariyên herdû welatan bûn.

Beriya civînê herdû serokan daxuyaniyên kurt dan..

Li gorî daxuyaniyên herdû serokan, wê nîqaş zêdetir li ser bazirganiya herdû welatan be..

Erdogan ragihand ku, wê 13 rêkeftin di navbera wan de pêk were..

Her wiha Erdogan, têkildarî rewşa Sûrî careke din gefên xwe dubare kir û got..

Operayonên wan ên li Sûrî bi encam bû û yê bên jî wê bi encam bin..

Pûtîn jî diyar kir ku, di nîşqên wan DE, mijara firotina fuzeyên S-400 ji bo Tirkiyê heye..

Ev yek weke namyekê ji Emerîka re hat nirxandin..

Emerîka jî hişyarî daye Tirkiyê ku eger van fuzeyan bikire, wê ji NATO’yê derkeve..

Her wiha Pûtîn bêyî qala Îranê bike, diyar kir ku, weke garanatorên Astana Rûsya û TIrkiyê, hewl didin çareseriyê peyda bikin.

Tê payin Civîna Astana di vê mehê de were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button