Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê erk û berpirsyariya xwe pêk bînin û berxwedana dîrokî bi serkeftinê misoger bikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YPJ’ê diyar kir ku bi navê Yekîneyên Parastina Jinê, wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya jiyana gelan, heta dawiyê mezin bike û xwedî lê derkeve.
YPJ’ê teqez kir ku gelê kurd ji dîroka hebûna xwe ve ji bo azadiyê têdikoşe, di pêvajoya serhildarnê ya Rojhilata Navîn rêxistina xwe xurt kirin û 19’ê Tîrmeha 2012’an destpêkê li Kobanê, li Rojava hîmên sîstemek demokratîk danîn.
Şoreşa Rojava şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ya li xaka Rojava ye.
Ev şoreş, bi pêşengiya jinên Kurd û gelê Kurd hestên gelan hemûyan ên li herêmê hişyar kir, bû sembol û yekîtiya gelan.
YPJ’ê: Şoreşa Rojava ji bo avakirina civaka azad pêk hat
YPJ’ê destnîşna kir jinên kurd ên ku pêşengî ji şoreşê re kirin bandor li jin û ciwanên herêmê kirin û wiha domand:
Şoreşa Rojava şoreşeke ku ji bo avakirina civaka azad pêk hatiye.
Rewatiya Rêveberiya Xweser ku hêviya jiyana demokratîk a gelan e, ji bo gelên ku îro li lêgerîna jiyana demokratîk e, bûye modeleke jiyanê ya nû.
Ji ber vê yekê naskirina statuya Rêveberiya Xweser naskirina îradeya gelan e.
YPJ’ê: Heya dawiyê emê destkefteyên şoreşê biparêzin
YPJ’ê anî ziman ku ji dema hîmên şoreşê hatine danîn û pê ve, dewleta çete û mafya ya Tirk xwe li vê şoreşê ranegirt, ji lewma çeteyên DAIŞ’ê ji her alî ve fînase kirin û êrîşên xwe zêdetir kir.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) herî dawî soza parastin deskefteyên şoreşa 19’ê Tîrmehê, parastina herêmê ji êrîşên dagirkeriyê, azadkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê da.