Îran..Di xwepêşandanên li Ehwazê de ciwanek hat kuştin

Xwepêşandanên ji ber nebûna avê û bêxemiya rejîma Îranê yên li bajar û bajarokên Ehwazê dewam dike.
Di şeva 4’an de ciwanek bi guleya rejîmê hate kuştin.

Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine û ji dîmenên li ser tevnên medya mecazî tên belavkirin jî xuya dibe, hîn jî daxwazên xwepêşanderên Ehwazê ne hatine bicih anîn, li şûna wê hêzên leşkerî sewqê herêmê tê kirin.

Weke şevên berê, şevê din jî xwepêşandana ji ber nebûna avê û xemsariya rejîma Îranê, li Ehwaz, Şawir, Kerce, Sûsengird, di nav de (Xefaciye, Kut Seyîd Neîm, Kut Ebdulla, Hemîdîye, Şûş, Bustan, Abadan, Bender, Hamşehr, Xurimşar, Mela Sanî, Hiwêze, Ebû Hemze û Meşhedê) dewam kirin.

Li gorî daxuyaniyên rêxistinên mafê mirovan, di sê şevên destpêkê de, 3 ciwanên bi navê, “Mistefa Neîmawî, Qasim Xezîrî û Elî Mezrae” bi gulebarankirina hêzên rejîmê hatin kuştin.

Her wisa Rêxistina Mafê Mirovan (îran) ragihandiye, şevê din jî ciwanek li Susengird hatiye kuştin ku hîn navê wî ne hatiye zanîn.

Back to top button