ŞÊRHAT BAVÊ DU ZAROKAN JÎ BÛ QURBANIYÊ KIRINÊN ÇETEYAN

Piştî dagirkirina Efrînê; binpêkirin, kuştin, îşkence û xwestina pereyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dawî nabe. Şêniyê bi navê Şêrhat Deyan Oso yê 29 salî ku bavê du zarokane bi êşkenceyê hate kuştin.

Di destpêka dagirkirina Efrînê, çeteyan Şêrhat revand û 2 mehan di zindanê de her cûre êşkence lê tkirin.

Ji bo ku Şêrhat serbest berdin, milyonek lîreyên Sûriyê jê xwestin.

Piştî dayîna pereyan Şêrhat hat berdan, lê çîroka wî li vir bi dawî nebû.

Piştî demekê, careke din dagirkeran êrîşî mala wî ya li Efrînê kir û avêtin zindana li bajarê Ezazê.

Vê carê gelek êşkence li Şêrhat kirin.

Piştî gelek hewldanan, malbatê xwe gihand kantona Şehbayê û derbasî Nexweşxaneya Avrîn kir, lê nekarîn wî rizgar bikin û jiyana xwe ji dest da.

Şêrhat Deyan Oso ji gundê Elî Caro yê Bilbilê ye û bavê 2 zarokane.

Çeteyan derdora 10 milyon lîreyên Sûriyê jê dizîn.

Sê birayên Şêrhat yên bi navê Mihemed, Rêzan û Mesûd Oso di dema berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button