Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Ez 3 caran ji hewla kuştinê xelas bûm

Di nava salekê de li dijî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî 3 caran hewildanên kuştinê pêk hatiye.

Mistefa Kazimî ku ji Gulana 2020’an ve li ser kursiyê serokwezîr rûniştiye, ji televîzyona Al Hadath a Erebîstana Siûdî re axivî.

Kazimî ragihand ku di dema erka xwe ya serokwezîrtiyê de, sê caran li dijî wî hewldana kuştinê pêk hatiye.

Serokwezîrê Iraqê têkildarî dem û piştperdeya êrişê ti agahî parve nekir.

Mistefa Kazimî got:

Ji ber vê yekê, ez ne xemgînim, natirsim.

Ez ê li gorî nexşeya ku me ji bo rêvebiriya welêt xêz kiriye xebata xwe bidomînim.

Axaftinên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazîmî di demekê de hat ku Tevgera Sadir hilbijartina Parlamentoyê ku wê 10’ê Cotmeha 2021’an pêk were boykut kiriye.

Back to top button