Jinan di 19’ê Tîrmehê de têkoşîna azadî û serxwebûnê dest pê kirin

Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 sal li pey xwe hiştin. Tevî bi dehan êriş, komkujî, şerên taybet û ambargoyan jî şoreşa jinan zindî ye û hewl dide tecrubeya xwe belav bike û têkoşînê geştir bike. Jinan di 19’ê Tîrmehê de çirûska azadiyê vêxist û li tevahî cîhanê dengveda.

Jinan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska destpêkeke nû vêxist.

Zîhniyeta baviksalar 9 sal e dixwaze vê şoreşê têk bibe, belê bi têkoşîn û hêvî li ber xwe dide, bi pêş dikeve û mezin dibe.

Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşek e ku dema ku şert û mercên guncaw bibîne, berhevbûna dîrokî pêk tê.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Dîrok di îro de veşartî ye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne”, ev yek dide xuyakirin ku dîrok û dema niha bi hev ve çawa girêdayî ne.

Jin bi avakirina Yekîtiya Star re rêxistina xwe xurt kir

Tevî dîroka jinên ku hewl didan werin tunekirin, di sala 2005’an de bi avakirina Yekitiya Star re yekemîn sazûmaniya jinan a Rojava dest pê kir.

Yekitiya Star bû banê herî jor ku rola jinan di avakirina civakî de misoger dikir.

Ev rêxistin bi tecrubeya 40 salan a şer ji aliyê jinên Kurd ve hate avakirin.

Çirûska li Kobanê pê ket, bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gihşt lûtkeyê

Jinan destpêkê li Kobanê çek hilgirt, li bajarê Arîn Mîrkan ku Erdogan got ‘ha ket, ha dikeve’ û lê faşîzm hilweşand.

Bi birêxistinbûn û perwerdeya navxweyî ya jinan, di nasandina xwe, civaka xwe û dîroka xwe de pêşketineke mezin bi dest xistin.

Di şoreşa jinan de hemû aliyên jiyanê bi destê jinan hatine hûnandin.

Di heman demê de ji bo aboriyê jî modela aboriya komunal esas digire.

Bi şoreşê re jin ne tenê di aliyê aborî de, di heman demê de jin di aliyê çand û hunerê de jî roleke aktîf lîst.

Jineolojî zanista şoreşa jinan ne

Jineolojî ku zanisteke civakî ye, wek zanista şoreşa jinan tê dîtin,di sala 2015 ‘an de di çarçoveya şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar kir.

YPJ’ê bi rol û têkoşîna xwe ya li her derê cihanê bû mînak

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku şoreşa Rojava anî rojeva cîhanê, hêza xweparastinê ya jinan a li herêmê û serkeftina wê ya li qada leşkerî nîşan da.

YPJ wek artêşeke jinan mezin bû, êdî bi biryardariya xwe ya têkoşînê û rola xwe ya pêşengiyê di nava şoreşê de li her dera cîhanê cihê xwe digirt.

Ji ber ku şoreş mezin bû û civakî bû, rêxistinên mîna Hêzên Parastina Civakî -Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin ava bûn û li hemû qadên civakê hêza parastina jinan ava kirin.

Back to top button