Almanya û Belçîka birînên xwe yên ji ber lehiyê rûdayî dipêçin

Baran û lehiya zêde ya li Ewropa bandoreke neyînî li gelek welatan kiriye.
Heta niha li Almanya û Belçîka zêdeyî 200 kes mirine.
Bi sedan kes jî winda ne.
Hikumetên van welatan jî ji bo birînên xwe bipêçin ketine tevgerê.
Li Hindistanê jî ji ber barana mûsonê 31 kes mirin.

Baran û lehiyê parzemîna kal Ewropa xist nava karasetê.

Li Almanya û Belçîka rewşa herî giran ya salên dawiyê tê dîtin.

Li belçîka jimara qurbaniyan derket 36’an

Serokê Şaredariya Chaûdfontaîne ya Belçîkayê ji radyoya RTBF re axivî û diyar kir ku ji ber karesata lehiyê ya rojên dawî 36 kes mirine.

Hate ragihandin ku bîlanço dibe ku girantir bibe.

Li gorî rojnameya Sudpresseyê li eyaleta Lîegeyê 32, li eyaleta Luksembourgê kesek, li eyaleta Namûrê 2 û li herêma Charleroiyê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye.

Êvara Yekşemê Maseya Krîzê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 163 kes hîn winda ne.

Her wiha hîn jî ava paqij nagihêje bi hezaran malan.

Li almanyayê 165 kes mirin, bi sedan kes winda ne

Almanya ew welat e ku herî zêde ketiye bin bandora karesatê.

Li gorî bîlançoya dawî li Almanya herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hîn jî gelek kes winda ne.

Lehiyê bandora herî giran li eyaleta Rheînland-Pfalzê kir.

Li gorî rayedarên polîsan li vê eyaletê 117 kes mirin, 749 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li eyaleta Nordrheîn Westfalenê herî kêm 47 kes mirin, li Bavyerayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Ji bo alîkariya bi mexduran re jî hikumetê dest bi tevgerê kiriye.

Li Hollanda, Luksembûrg û Awûstûryayê jî xisareke mezin çêbû.

Li Hindistanê baranên mûsonê dawî li jiyana 31 kesî anî

Li Hindistanê jî ji ber barana mûsonê 31 kes mirin.

Tîmên rizgarkirin û welatiyên herêmê ji bo derxistina cenazeyên di bin kavilan de xebatê dikin.

Back to top button