Danûstandinên Efxaniyan li Dewhayê bê encam bidawî bû

Gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîbanê de li Dewhayê bêyî ku pêşveçûnek berçav were bidestxistin bi dawî bû.
15 dîplomatên welatên navnetewî banga rawestandina şer li Talîbanê kirin.
Tevgera Talîbanê jî ragihand ku di danûstandinan de qet qala agirbestê ne hatiye kirin.
Bi vê yekê re Talîbanê nîşan da ku wê di rojên pêş de şer gurtir bibe.

Li Efxanistanê şer dijware, li paytexta Qeter Dohayê jî hêviyên ji bo peymanek aştiyê tê gerandin.

Gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta Exanistan û Tevgera Talîban de li Dohayê bêyî ku pêşveçûnek berçav were bidestxistin bi dawî bû.

AFP`ê ev yek weke agahiyeke dawî parve kir.

Lê serokê Tevgera Talîban ragihand ku ew piştgirî dide çareseriya siyasî ya aloziyê.

Danûstandinên di navbera nûnerên hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban de, roja Şemiyê li Qeter dest pê kir.

Di danûstandinan de ti lihevkirinek ji bo agirbestê nehate kirin.

Talîban: Li Dewhayê me pêşniyara 3 meh agirbest nekir

Berpirsekî ji şandeya Talîban ku ji qenala El Jezeera ya Qeterê re axivî û diyar kir ku wan di dema danûstandinan de pêşniyara agirbesteke ji bo 3 mehan nekiriye.

Li Talîbanê banga “dawî li operasyonên xwe bîne” hat kirin

15 nûnertiyên dîplomatîk û nûnerên NATO’yê li Efxanistanê bang li Talîbanê kirin ku operasyonên leşkerî rawestînin.

Daxuyanî ji aliyê Awûstralya, Kanada, Çekya, Danîmarka, şandeya Yekîtiya Ewropî, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Koreya Başûrî, Hollanda, Spanya, Swêd, Brîtanya, DYA û nûnerê payebilind ê sivîl ê NATO’yê ve hat îmzekirin.

Li gorî rapora îstixbareta artêşa DYA, piştî vekişîna hêzên DYA û NATO ji Kabulê bi dawî bû, di nava 6-12 mehan de wê welat bikeve destê Talîbanê.

Di nava hefteyên dawiyê de, Talîbanê lez daye pêşdeçûnên xwe yên li welat.

Tevgera Talîbanê îdia dike ku ji sedî 85 xaka welat di destê wan de ye.

Back to top button