Kongreya Civaka Îslama Demokratîk banga naskirina Rêveberiya Xweser kir

Bi wesîleya salvegera 9’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê bangên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser jî dewam dikin.
Aliyên sîyasî û leşkerî yên li Tepqayê û kesayetên oldar xwestin ku di qada navnetewî de bi awayekî fermî rêveberîya xweser bê naskirin.

Tevî bangawaziyên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hemû beşên civakê ve jî, lê hîna civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser paşguh dike.

Têkildarî mijarê, hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal Xelîl diyar kir ku Projeya Rêveberiya Xweser, yekane projeya demokratîk li Sûriyê ye û da zanîn hemû pêkhateyên herêmê hembêz kir.

Delal xwest civaka navneteweyî rêveberiyê nas bike.

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokatîk a navçeya Dirbêsiyê Mûsa El-Behrî jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi salan e hewl dide hemû astengiyên li pêş civakê rake.

Endama Kongreya Civaka Îslama Demokatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Elî jî girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser destnîşan kir û got; “Rêveberiya Xweser bi rêjeyeke mezin hişt ku civak ji feraseta çewisandina rejîmê, xilas bibe.”

Li Tebqayê aliyên siyasî û leşkerî banga naskirina Rêveberiya Xweser kirin

Îro bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê jî daxuyaniyek da.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê Mihemed Xalid daxuyanî li goristana Şehîdan xwend û fermandarên meclisên leşkerî, nûnerên Rêvberiya Sivîl a Demokatîk a Tebqayê lê amadebûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Xweser misogeriya yekane ya welêt e, ew rêveberiya ku mafên hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê jî li pêş navenda xwe daxuyaniyek weşand.

Partiya Sûriya Pêşerojê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku Rêveberiya Xweser nas bikin.

Back to top button