Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê jî salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.
Bi boneya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, bi sedan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê şahiyek li dar xist.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Taxa Zorava Berçem Yûsif salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li YPJ, YPG û QSD`ê û tevahiya gelê Sûriyê pîroz kir:
Berçem Yûsif teqez kir ku şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd ê li Sûriyê û tevahiya gelê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya berdêlên şehîdan hatine rizgakirin zayîneke nû ye.
Komên govendên floklorî berhemên xwe pêşkêş kirin û çend stran hatin gotin, beşdaran jî govend gerandin.