Li Bexdayê teqînek çê bû..30 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Iraqê Bexdayê, teqînek di nava bazarê de pêk hat, di encamê de 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Al-Arabiya ragihand ku li bajarê Sedir ya Bexdayê jinekê ku kembera teqemeniyê li xwe kiribû xwe di nava bazareke gelêrî de teqand.

Di encama teqînê de 30 kesî jiyana xwe ji dest da, 60 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqî Mustafa El-Kazimi yekser fermana destpêkirina lêpirsînekê der barê bûyerê da, her wiha polîsên bajêr dan sekinandin.

Heta niha tu kesî ev teqîn nespartiye xwe, lê tê zanîn ku terora DAIŞ’ê beriya niha gelek teqînên mîna vê teqînê pêk anîye.

Back to top button