Navenda Çapemeniya Rêveberiya Xweser ragihand ku şandeya MSD’ê digel Serokkoramê Fransayê Ema-nûel Macron civiya.
Navenda Çapemeniya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif digel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rûniştin.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya li herêmê, bi taybetî aloziya Sûriyê, pêşniyarên bo çareserkirinê û dorpêça li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.
Navenda Çapemenyê got ku di hevdîtinê de, li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û modela wê ya rêveberiya demokratîk nîqaş hatin kirin.
Der barê girtina deriyên sînorî jî, şandeya MSD’ê Macron agahdar kir ku ev yek bandoreke neyînî li herêmê dike.