Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Li dijî dewleta Tirk a zalim, dagirker û qirker, divê em hîn bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da û got,
“Em Cejna Qurbanê li alema Îslamê, gelên bindest, gelê Kurd û her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.
Hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û jiyaneke dûrî ji şer.”
KCDK-E’yê diyar kir ku cejna Qurbanê têxin wesîle yekîtiya xwe ya netewî xurtir bikin, ji kurdên hewcedar re alîkar bin, piştevaniya hevpar xurt bikin.
KCDK-E’yê bang li hemû kurdan kir ku li dijî dewleta Tirk a zalim, dagirker û qirker, hîn bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin.