Aldar Xelîl: Ger PDK li dijî gerîla hevkariya xwe bi Tirkî re bidomîne dê rojava bêdeng nemîne

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ger PDK hevkariya xwe bi dewleta Tirk re bidomînê dê rojava bê helwest nemîne.
Her wiha Aldar Xelîl bang li hikûmeta Şamê kir ku ew ji bo çareseriya aloziya sûrî amadene.

Duh li bajarê Qamişlo li stadyuma 12’ê adarê bi boneya şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hate li darxistin.

Hemû pêkhateyên herêmê bi reng û alên xwe bi awayekî kortejek ketin qada şahiyê.

Piştî ku kortej li nav stadyûmê kombûn Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ Aldar Xelîl bi boneya rojê axaftiên girîng kir.

Aldar Xelîl şoreşa rojava li hemû pêkhateyan pîrozkir û balkişand li ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û diyar kir ku ger PDK’ê li dijî gerîla bikeve nav tevgerê wê rojava bê helwest nemîne.

Aldar Xelîl: Rêveberiya Xweser amadeye bi Şamê re rûnê

Her wiha aldar xelîl ji bo çareseriya aloziya sûrî bang li hikûmeta Şamê kir ku ger Şam dixwaze yekîtiya axa sûrî biparêze divê bi rêveberiya xweser re rûnê.

Aldar Xelîl: Em li Sûrî ji bo nakokiyên Îran û Amerîka ne tarafin

Aldar xelîl di beşeke nirxandinê xwe de jî diyar kir ku ew li Sûrî ji bo nakokiyên di navbera îran û Amerîkayê de ne tarafin.

Aldar Xelîl: ji bo sererastkirina kêmasiyan em amadekariya hilbijartinê dikin

Aldar Xelîl dawî de got ji bo nûkirin û sererastkirina şaşitiyan ew amadekariya hilbijartinê dikin.

Back to top button