Bêrîvan Xalid: Serokkomarê Fransa diyar kir ku ewê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser

Heyetek bi serokatiya Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid li Fransayê hevdîtinan dikin.
Bêrîvan Xalîdi diyar kir ku wan li ser vexwendina fermî Serokkomariya Fransayê serdana Parîsê kirine.
Bêrîvan diyar kir ku Serokkomarê Fransayê gotiye ew ê piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweser berdewam bikin.

Şandeyek ku ji Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif pêk tê serdana Fransayê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid derbarê serdanê de ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ew li ser vexwendiya fermî ya Serokkomarê Fransayê çûne.

Şande 19’ê Tîrmehê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Bêrîvan Xalid derbarê hevdîtinê de anî ziman ku Serokkomarê Fransayê, şêwirmendên Serokkomariya Fransayê û rayedarên payebilind ên hikumeta Fransayê tevli hevdîtinê bûn.

Berîvanê da zanîn ku wan li geşedanên dawî yên li herêmê di warê siyasî, civakî, ewlehî, aborî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nîqaşkirin û got,

“Serokkomarê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û aramî li Sûriyê û tevahî herêmê pêk bê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin. Her wiha ew ê piştgiriya leşkerî û aborî ya ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bikin”.

Back to top button