Dagirkeran li ser rêya M4 ya Eyn Îsayê êrîşî 2 erebeyên sivîlan kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dewam dikin.
Dagirkeran li ser rêya M4 êrîşî 2 erebeyên sivîlan kirin.

Hate ragihandin ku li di navbera gundê Hoşan û navçeya Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên du erebeyên sivîlan yên li ser rêya M4 hedef girtin.

Derbarê encamên êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa dagirker gundên Şehbayê topbaran kir

Her wiha duh bi şev jî artêşa dagirker gundê Bêlûniyê, Semoqa Til Medîq ê navçeya Til Rifetê yên Şehbayê topbaran kir .

Back to top button