Li cîhanê cejina Qûrbanê bi nimêja cejnê re despê kir

Cejina Qûrbanê li Mekke û welatên cîhanê hatin pîrozkirin. 60 hezar heciyên ku li Mekkeyê bûn, nimêja xwe li Kabeyê kirin.

Nimêj di nava tevdîrên parastina ji vîrûsa Covid-19’an de pêk hat.

Tevî heciyan, Şêwirmendê Qiralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz û şandeyên giştî yên welat amade bûn.

Xutba cejnê ji aliyê melayê Kabe û di heman demê de endamê Konseya Zanyarên Mezin Şêx Bandar Balîla ve hate dayîn.

Bi hezaran Misilmanî nimêja xwe ya cejnê li Mescîd-î Aksa kir

Li Filistînê jî nimêja herî mezin li Qûdisê pêk hat.

Bi hezaran Filistînî ji bo nimêja cejna Qûrbanê li Mescîd-Î Aksa kom bûn.

Filistîniyan piştî nimêjê, li dijî Yahudiyên fanatîk ku di nava hefteyên dawiyê de li ser malên Filistîniyan de girtî pêk anîn.

Li seranserê cîhanê cejna Qûrbanê hate pîrozkirin

Ji Almanya bigre heta, Fransa, Îtalya û parzemîna Asya, Afrîka û gelek welatan civaka îslam cejna xwe ya Qûrbanê pîroz kirin.

Back to top button