Li Kabilê di dema nimêja cejnê Qûrbanê de êrişek biroket pêk hat

Di demeke ku aloziya navbera hikumeta Efxanistan û Talîbanê dewam dike de, alozî gurtir bû. Di roja yekem ya Cejna Qûrbanê de, di nimêjek li paytext Kabulê ku serokomar jî lê amade bû, êrişek bi roketan pêk hat.

Li gorî ajansa Reutersê li gorî medyaya herêmî, di êrîşê de kes birîndar nebûye.

Tevî teqînên Serokomar Eşref Xanî û gelek kesên li dora wî nimêja xwe domandin.

Roketa ku li dora 8’ê sibehê hate avêtin, ji hemû nuqteya herêma Kesk a ewlekariya bilind hat bihîstin.

Li herêma kesk koşka serokomarî û nûnertiyên dîplomatîk hene.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Efxanistanê Merwaîs Stanikzaî got,

“Îro, dijminên Efxanistanê roket avêt nuqteyên cuda yên Kabulê.

Li gorî dîtinên meyên destpêkê, kuştî û birîndar tune.

Koşka serokomariyê gelek caran bû armanca êrişan.

Êrişa herî dawî jî di meha Kanûnê de pêk hatibû.

Li gorî rapora îstixbareta artêşa DYA, piştî vekişîna hêzên DYA û NATO ji Kabulê bi dawî bû, di nava 6-12 mehan de wê welat bikeve destê Talîbanê.

Di nava hefteyên dawiyê de, Talîbanê lez daye pêşdeçûnên xwe yên li welat.

Tevgera Talîbanê îdia dike ku ji sedî 85 xaka welat di destê wan de ye.

Back to top button