Li Belçîka ji bo qûrbaniyên lehiyê merasîmek hat lidarxistin

Di demek ku merasîma bîranîna ji bo felaketa ku baran û lêhiyê bi ser Ewropa de anî, merasîmek hate lidarxistin. Li Brûkselê Serokê Konseya YE Charles Michel û 27 balyonên YE merasîmek ya bîranînê lidar xistin.

Li seranserî Belçîka dema saet bû 12:00 deqeyekî rêz hate girtin.

Heman demê de deng veda û al heta nîvê hatin daxistin

Serokê Konseya YE Charles Michel û balyozên 27 welatên yekîtiyê li avahiya Konseyê hatin gel hev û beşdarî merasîmê bûn.

Li Verviers, yek ji bajarên ku herî zêde bandor li lehiyê kir, merasîmên berê destpê kirin.

Qral Philippe, Serokwezîr Alexander De Croo, Wezîrê Karên Hundir Annelies Verlinden, walî, şaredar, tîmên agirkujiyê, ambulans û rayedarên Parastina Sivîl jî di merasîmê de amade bûn.

Hikumeta Belçîka ev roja şîna neteweyî jibo qurbanîyên karesatê, ku heya nuha 31 kes jiyana xwe ji dest dayî, ragihandibû.

Di lehiya ku herî zêde bandor li Almanya û Belçîka kirî de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha bi sedan kes jî winda bûn.

Almanî û belçîkî hewil didin birînên xwe bipêçin

Almanî û Belçîkî piştî vê felaketê niha jî hewil ji hilweşîna heyî xwe komî serhev bikin.

Back to top button