Rûsya di warê parastina esmanî de, dixwaze serkeftinên nû bidest bixe.
Berpirsên Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan, sîstema parastinê ya ezmanî S-500 bi awayekî serkeftî ceribandine.
Rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kirin ku di dema ceribandina nû de, pergala parastina hewayî S-500 bi serketî li armanceke balîstîk a lezgîn xist.
Rayadaran anîn ziman ku hedef hate îmhakirin.
Di heman demê de daxuyakirin ku di encama ceribandinê de, hemû taybetmendiyên teknîkî û taktîkî yên pergala nifşa nû ya S-500 hatine piştrast kirin.
Sîstema S-500 bi armanca hemû têkbirina hemû alav û pergalên hewayî yên xeternek hatiye pêşxistin.
Rêveberên pêşvebirinê pergalê Almaz-Antey, di daxuyaniya xwe ya meha Nîsanê de ragihandibû ku ew xebata xwe ya S-500 diqedînin.
Wezîrên Parastinê jî diyar dikin ku ceribandinên pergalê têne plan kirin ku 2021’an de biqedin û di heman salê de ji hêla artêşê ve werin bikar anîn.