Li Kanada kinîseyek din hate şewitandin

Tevî bangawaziya hikumeta Kanada, hêrsa li dijî kinîseyan bidawî nabe.
Li bajarê Surrey yê eyaleta British Columbia kinîseyek din hat şewitandin

Li bajarê Surrey agirê ku bi Dêra Ortadoks a St.George Coptic ket, di nava demek kin de li dêrê belav bû.

Serokê karûbarên tîma agirkujê jî dibêjin heta niha sedemê şewatê nayê zanîn.

Ji bo vê yekê jî wan dest bi lêkolînê kiriye.

Piştî dîtina gorên bênav yên zarokan li bin kinîseyan hêrsa gel zêde bûbû.

Li Kanada di nava 2 mehan de 11 kinîse hatin şewitandin

Di nava 2 mehên dawî de, 11 kinîseyên biçûk û mezin hatin şewitandin.

Her çiqasî tîmên agirkuj û polîsan bûyer bi goman binavkiribin jî lê heta niha tikes ji ber vê yekê ne hatiye binçavkirin.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau û hin serokên xwecihî, 1’ê Tîrmehê gotin şewitandin û xerakirina dêrên Katolîk ne rê ya çareseriya bûyerên derbasbûyî ye.

Cara yekemîn 29’ê Gulanê gora zarokên li baxçeyên dibistanên kinîseyan yên li bajarê Kamloops yê eyaleta British Columbia hatibûn dîtin.

Di gorê de cenazeyê 215 zarokan hatibûn dîtin.

24’ê Hezîranê 751 û 30’ê Hezîranê jî cenazeyê 182 zarokan hatibûn dîtin.

Bi derketina van bûyeran re hêrsa li dijî kinîseyan zêde bû.

Û di nava demê derbasbûyî de jî gelek kinîseyên li Kandada hatibûn şewitandin.

Back to top button