IEA: Emisyonên karbonê wê 2023’an derkeve asta herî jor

Li cihekê germahiya rojê û li cihekê jî barana zêde û lêhî.
Cîhana me, di nava salên dawiyê de, demê xwe yê herî zêde bi nakok dijî.
Êdî ne bihar weke xwe maye û nejî havîn.
Ajansa Enerjiya Nanetewî (IEA) li ser rewaşa heyî hişyarî da û got:
Emisyonên karbonê heta 2023’ê wê bigihêje asta xwe ya herî jor.

Welatan di dema pandemiya Covid-19 de, ji bo karker û karsaziyan, ji 14 trîlyon euroyî bêtir alîkariya darayî veqetandin.

Çavdêriya Veguhestina Domdar a Ajansa Enerjiya Navnetewî (IEA) dît ku tenê 380 milyar dolar $ ji vê yekê. ji bo projeyên enerjiya paqij hate peydakirin.

Desteya nav-hikumî destnîşan kir ku ger hemû nexşeyên xerckirinê werin cîbicîkirin, dê belavkirina karbonê ya cîhanî di 2023’an de bigihîje astên rekorê û dê di salên paşîn de jî zêde bibe.

Diyar bû ku bi tevahî qirêjbûna karbonê, li gorî peymana Parîs ya avhewa ku 1,5 bû.

Lê ev yek wê 3.5 milyar ton karbon zêdetir be.

Rêveberê IEA Fatih Bîrol diyar kir ku her çend hikumetan ji bo enerjiya paqij soz dan jî, di warê piştgiriya darayî de gavên pêwist ne hatin avêtin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji bo gihiştina armanca daxistina 1.5 germahî pêwiste emisyonê heta 2030’an her sal jî sedî 7 daxin.

Tevî ku karantînayên pandemî û qedexeyên rêwîtiyê li gorî sala derbasbûyî kêm bûbe jî lê dîsa jî komkûjiyên gazên germik ên gerstêrkê di atmosfera erdê de zêde dibin.

Di demeke ku Amerîkaya Bakur ketiye bin bandora pêlên germê, li bakurê Ewropa jî lehiyek bêhempa tê dîtin.

IEA di Hezîranê de ragihand ku ji bo cîhan di 2050 de bigihîje bêalîbûna karbonê, pêdivî ye ku veberhênana şînkahiyê, salane ji heft qatan zêdetir bibe.

Di rapora veberhênana paqij de, hate diyarkirin ku pêwiste 150 milyar dolarê ku 2020’an hatî diyarkirin heta 2030’an bigihêje 1 trilyon dolarî.

Hefteya borî, zêdeyî 100 welatên pêşkeftî ji aboriyên dewlemend xwestin ku soza xwe ya dehsalî bicîh bînin ku salane 100 milyar $ bide kesên ku li pêş guherîna avhewa ne.

Back to top button