Hêzên Îranê 5 kolber êşkence kir û avêt ser sînor

Li sînorê navçeya Çaldiranê ya di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êşkence li 5 kolberan kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, duh hêzên Îranê li nêzî gundê Sîsa Gulîk yê navçeya Çaldêranê ya Wanê kemîn li pêşiya komek kolber danin.

Hat diyar kirin di encama kemînê de 5 kolberên bi navê Cemla Hesenpûr, Baran Hemepûr, Hisên Fîrunzî, Welî Muqîmî û Hemîd Ebdulazade tên girtin.

Hêzên îranê piştî êşkenceyên giran kolber avêtin ser sînor.

Şêniyên herêmê kesên ku hatibûn êşkencekirin rakirin nexweşxaneyê.

Back to top button