MAZLÛM EBDÎ: TIRKIYÊ JI EFRÎNÊ DERKEVE Û GEFAN NEXWE, ENCAX EM PÊRE BIDIN Û BISTÎNIN

Doh li bajarê Kobanê Şahiyek ji bo serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê hat lidarxistin.

Di şahiyê de tevî gelek aliyên siyasî û leşkerî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransa Bêrnard Kouchner amade bûn.

Mazlûm Ebdî ji bo danûnstandina bi Dewleta Tirk re, du şert destnîşan kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê teqez kir ku, heta ew bi Dewleta Tirk re bidin û bistînin du şertên Rêveberiya siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî hene..

Ew jî derketina Dewleta Tirk ji Efrînê û rawestandina gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne..

Mezlûm Ebdî desntîşan kir ku ger êrîş li dijî ewlehiya Sûriyê were kirin ew ê mafê parastina rewa bi kar bînin.

Û bang li hêzên niştimanî yên Sûriyê kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê pêvajoya aştiyê destpê bikin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close