Li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin bibîranîn

Îro 6 sal bi ser komkujiya Pirsûsê re derbas bûn ku di encamê de 33 kes hatibûn qetilkirin.
Ji bo qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxisitin û serdana gorên qurbaniyan hate kirin.
Di çalakiyên bîranînê de hate diyar kirin ewê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.

Bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Navenda Çandê a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ku komkujî lê pêkhat, bi tevlîbûna gelek parlamenterên HDP’ê, û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Polîsan destûr nedan ku wêneyên 33 qurbaniyên komkujiyê bixin navendê û dest danîn ser wêneyan.

Gelek kes di çalakiyê de axivîn û diyar kir ku heya têkiliyên çete, mafya û dewletê bi hevre hebin, wê aştî neyê welat û hat gotin ew ê li hemberî vê dîktatoriya faşîst serî netewînin.

Girseyê piştî bîranîna li Navenda Çandê a Amarayê, xwest serdana gora qurbaniyên komkujiyê bikin, lê polîsan destûr neda girseyê.

Polîsan bi maşiyên zirxî goristan dorpêç kirin û destûr nedan ku kes bikeve goristanê.

Beşdarvanan bertek nîşanî polîsan dan û ji derveyî goristanê daxuyanî dan çepmeniyê.

Li Stenbolê jî, li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di çalakiya bîranînê de gelek axaftin hatin kirin.

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di çalakiyê de axivî û diyar kir ku berpirsiyarên Komkujiya Pirsûsê yên ku gotin “Kobanê ket dê bikeve” nin.

Li Amedê jî qurbaniyê komkujiyê Veysel Ozdemîr li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn.

Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr di merasîmê de axivî û da zanîn ku ewê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin.

Qurbaniyê komkujiya Pirsûsê Ûgûr Ozkan jî li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bibîranîn.

Malbata Ozkan, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Parlamenter Nûran Îmîr di merasîmê de axivî û 33 qurbaniyan bi bîr anî û got îqtidar berpirsiyarê vê komkujiyê ye.

Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet were bicihanîn.

Back to top button