Li Nibûl û Zehrayê jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 zarok birîndar bûn

​​​​​​​Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Helebê de jinekê jiyana xwe ji dest da û du zarok jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bi moşekan êrîşî bajarokên Nibul û Zehra yên gundewarê bakurê Helebê kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, êriş derdorî saet 6’ê êvarî pêk hat.

Di encamê de jina bi navê Emîne Ebas El-Fîl (30) jiyana xwe ji dest da û du zarok jî birîndar bûn.

Her dû zarok jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Helebê.

Her û wiha Ji ber êrişan ziyanên mezin çêbûn.

Back to top button