Rêveberiya Dergeha Sêmalka: Asayîşa PDK’ê derbasbûna welatiyan asatneg dike

Rêveberiya Dergeha Sêmalka ragihand ku, Asayîşa PDK’ê astengiya derbasbûna welatiyan ji bo Başûrê Kurdistanê zêde dike û ji çaxa Rêveberiya Pêşxabûrê forme spandiye, daxwazên106 kesên ku piraniya wan nêzî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne, hatin redkirin.

Berpirsê dergeha Sêmalka Baz Ehmed ji Ronahî TV re aşkere kir ku “li gorî formê, divê di nava 48 saetan bersiva welatiyan were dayîn, lê hefteyekê heta 10 rojan dirêj dike”

Rêveberiya Dergeha Sêmalka: Di mehekê de daxwazên derbasbûna 106 kesên nêzî Rêveberiya Xweser û QSD’ê hatine redkirin

Her wiha Ehmed da zanîn ku “ev biryar ji hêla Asayîşa PDK’ê ve tên sepandin û ji roja ku Forme derketiye, lêpirsîneke dûvdirêj bi welatiyan re tê kirin û heta niha derbasbûna 106 kesan hatiye redkirin”

Berî bêhtirî mehekê, Rêveberiya Pêşxabûrê, bi biryara PDK’ê daxwaza dagirtina fomeke bi gelek agahî û ziraviyan ji welatiyan kir û ji wê rojê de, gelek astengî û zehmetî li pêşiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê çêdibin.

Back to top button