“Şoreşa Rojava careke din rewabûna xwe bi cîhanê da pejirandin”

Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê têkildarî Kampanya ya #Status4NorthAndEastSyria, diyar kir ku kampanya di hemû tora civakî de hê jî di asta herî bilind de balê dikişîne ser xwe û eleqeyeke pir mezin dibîne.

Meclisê diyar kir ku ev kampanya ku weke referandumeke dijîtal pêk hat careke din rewabûna Şoreşa Rojava ya demokratîk bi cîhanê da pejirandin.

Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê têkildarî Kampanya ya #Status4NorthAndEastSyria ya ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî bi navê “Em ê bi têkoşînê biserkevin” weşand.

Meclisê hemû kesên ku beşdarî kampanyayê bûne spas kir û diyar kir ku kampanya naskirina Rêveberiya Xweser bi beşdariya milyonan weke referandumek dîjîtal pêk hat.

Meclisê derbarê beşdariya kampanyayê de ev agahî da:

“Kampanya di hemû tora civakî de hê jî û di asta herî bilind de balê dikişîne ser xwe û eleqeyeke pir mezin dibîne.

Kampanya me li welatên Ewropayê di rêza serî de cih girt, bala weşanên herî navdar kişand ser xwe û mora xwe li rojeva wan xist.

Milyonan kes tevlê bûn û di qada gerdunî de naskirina statuya Rojava bû rojeva sereke.

Di vê warî de mafdarî û rêzdariyek jî bidest xist. Li ser medya dijîtal ku bi milyonan hat parvekirin, weke referandûmeke dijîtal bû.”

Meclisa Medya Sanal a Kurdistanê: Mîlyonan kes piştgirî da kampanyayê

Meclisê diyar kir ku tevî ku li Sûriyê li ser tiwîtterê zext û pêkutiyên dijwar hene bi milyonan pêkhateyên herêmê li ser facebookê beşdarî kampanyayê bûn.

Meclisê daxuyakirin ku şoreşa rojava serbilindiya mirovahiyê ye, vê şoreşa demokratîk carekî din rewabûna xwe bi cîhanê da pejirandin.

Meclisê dazanîn ku ev konsensusa wijdanî ya pêk hatiye, konsepta komkujiya li ser Kurdan ku ferz dikin jî mehkûm kiriye.

Melisê di dawî de ji bo her kesên ku ked dane kapanyayê spasiya xwe pêşkêşkir û dazanîn ku dê ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser xebatên xwe bidomînin.

Back to top button