Nîhad Kaya: Dewleta Tirk bi tevlêkirina PDK’ê dixwaze êrîşên xwe rewa nîşan bide

Rojnamevan Nîhad Kaya derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir ku dewleta Tirk bi tevlêkirina PDK’ê dixwaze êrîşên xwe rewa bike.
Nîhad Kaya da zanîn divê PDK xwe nexapîne, armanca êrîşên li ser başûr ne PKK ye û got, “Ger PKK têk biçe wê PDK jî nemîne. Ji bo pêşî li êrîşan û tunebûnê bê girtin divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”

Rojnemevan Nîhad Kaya derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê de ji ANHA’yê re axivî.

Nîhad Kaya destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê ne tenê di 23’ê Nîsanê de û da zanîn ji sala 2017’an ve di çarçoveya plan û konseptekî de destpêkiriye û hê jî dewam dike.

Kaya anî ziman êrîşên dawiyê yên li ser başûrê Kurdistanê qonaxa dawî ya vê planê ye û got,

“Dewleta Tirk bi navê herêmên ewle li Iraq û Sûriyê planekê dimeşîne û herêman dagir dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêceta YPG û PYD’ê û li Iraqê jî bi hêceta PKK’ê vê yekê dike.”

Kaya destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tevlêkirina PDK’ê hewl dide êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê rewa nîşan bide û da zanîn êrîşên li ser herêmên Avaşîn, Zap, Metîna, Xakurkê û Heftenînê bi destûrdayîna PDK’ê tên kirin.

Nîhad Kaya diyar kir ku PDK’ê dest danîye li ser hikumetê û fermîyeta statuya Başûrê Kurdistanê ya di qada navnetewî de li gorî berjewendiyên xwe bikartîne û wiha dewam kir;

“Têkoşîna PKK’ê û YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê hişt ku di qada navnetewî de sempatiyek li hember wan bê avakirin. YPG û PYD li qesra Serokkomariyê ya Fransa hatin pêşwazîkirin. Di siyaseta navnetewî de muxatab hatin girtin. PDK’ê jî ku ji Şengalê vekişiya prestîj windakir û xwe li vê yekê ranegirt. PDK niha hewl dide di qada navnetewî de vê sempatiya li hember PKK û YPG’ê bê bandor bike.”

Nîhat Kaya: Ji bo Kurd tune nebin divê li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin

Rojnamevan Nîhad Kaya qirkirina Ermen û Cihuyan a di şerê yekemîn û duyemîn yên cîhanê de bibîrxist û anî ziman di şerê cîhanê yê sêyemîn de jî hewl didin Kurdan bikin qurban û got,

“Gelê Kurd bi bilindkirina têkoşînê dikare di vî şerê sêyemîn yê cîhanê de bi ser bikeve, berejavî wê winda bike. Niha li başûr statuyek heye, ger li parçên din yên Kurdistanê têkoşîn neyê kirin wê başûr jî bê fetisandin.”

Nîhad Kaya di di dawiyê de diyar kir divê PDK xwe nexapîne, armanca êrîşên li ser başûr ne PKK ye û da zanîn ger PKK têk biçe wê PDK jî nemîne.

Kaya anî ziman ji bo pêşî li êrîşan û tunebûnê bê girtin divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button