Li Îranê xwepêşandanên ji bo pirsgirêka nebûna avê ev heftiyek e dewam dike û hejmara kesên ji destpêka xwepêşandanan ve hatin kuştin gihişt 6 kesî.
Li parêzgeha Xûzistanê ya Îranê ji ber bê aviyê û bêxemiya berpirsên rejîma Îranê welatiyan bi xwepêşandanan nerazîbûn nîşan dan.
Xwepêşandanên di 15’ê tîrmehê destpê kirî û îro jî dewam kir.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên fermî yên rejîma Îranê di encama destwerdana hêzên rejîmê de di xwepêşandanên doh de 3 kesên din hatine kuştin.
Di dîmenên xwepêşandanan de dengê dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê tên bihîstin.
Her wiha hate zanîn ku li paytexta Îran Tehranê jî xwepêşandan çêbûye û li wir jî gel li dijî rejîma Îranê dirûşme berz kirine.
Di rojên destpêkê yên xwepêşandanan de li Xûzistanê 3 xwepêşandêr ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn kuştin.