Ji ber guherîna avhewayê ya dused salên dawî, li Swîsreyê zêdeyî 1000 golên nû çêbûn. Vê yekê rengê dîmenê çiyayên Alpê yên Swîsreyê guhert.
Li gorî envantera berfireh a golên qeşayî yên Swîsreyê, ji sala 1850’î û vir ve nêzî 1200 golên nû çêbûn.
Ji van golan 1000 jê hîn jî hene.
Li gorî lêkolîna Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê, bi helîna qadên qeşayî bendên xwezayî ava xwe berdan û di encamê de jî golên nû çêbû.
Berpirsyarê tîma lêkolînê ya Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê Daniel Odermatt li ser karê xwe daxuyanî da û got,
“Zêdebûna hejmarê û leza çêbûna golan em matmayî hişt.”
Li gorî rapora salane ya Akademiya Zanistiyê ya Swîsreyê, ji sedî 2 parê qeşa li Alp ên Swîsreyê vê sala dawî heliya.
Lêkolîner dibêjin, guherîna li çiyayên Alpê nîşaneya berçav a guhertina avhewayê ye.
Zanyaran bi bîr xistin ku di navbera salên 2006-2016’an de gol gelekî zû çêbûn û her sal derdora 18 golên nû çêdibe.