PYD: Serdana Suleyman Soylu ji bo Efrînê binpêkirina pîvanên navneteweyî ye

Meclisa Giştî ya PYD’ê serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirk Suleyman Soylu ji bo Efrînê şermezar kir û bi binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê di daxuyaniyekê de diyar kir ku dewleta Tirk siyaseteke taybet ji bo berjewendiyên xwe yên demdirêj dimeşîne.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk ev tişt anî ziman:

“Di binpêkirineke tund ji qanûnên navneteweyî re Wezîrê Hundirên ê dagirkeriya Tirk serdana bajarê Efrînê û gundewarên bakurê Helebê dike wekî ku ev herêm girêdayî wîlayetên Tirk in.

Dewleta Tirk armanc dike ku van herêman mîna Lîwa Îskenderon tev li Tirkiyê bike.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê vî kiryarî bi tundî şermezrar dikin.”

Di dawiyê de Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk bang li hemû alî û dewletên têkildar kir ku erka xwe bi cih bînin û van kiryaran bi dawî bikin.

Back to top button