Efrîniyên koçber ên li Şehbayê got ku UNICEF’ê miqdara ava vexwarinê li ser wan zêde kêm kiriye.
Koçber Ebdo Qere Mihemed anî ziman ku UNICEF û civaka navdewletî tenê alîkariyan pêşkêşî herêmên çeteyan dike û hikûmeta Şamê jî, li şûna ku alîkariyê bide şêniyên Şehbayê, rê digire.
Hiqûqnas Cibraîl Mistefa da zanîn ku UNICEF li gor hikûmeta Şamê tevdigere û li jêr fermana wê kar dike û destnîşan kir ku eger qutkirina av û alîkariyan bidomin, dê rewş pir xerab bibe.