LI KAMPA HOLÊ NEPERWERDEKIRINA MALBATÊN ÇETEYÊN XETERIYEK MEZIN E

26 hezar jinên DAIŞ`î Li kampa Holê ya Hesekê dimînin. Komeleyên herêmî û rêxistinên ji gelek aliyên cîhanê, rewşa malbatên DAIŞ’ê paşguh dike , ev yek jî wê derfeta belavbûna vê hişmendiyê ava bike û rewşê aloztir bike.

QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk bir.

Bi hezaran çete û malbatên wan xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Niha li kampa Holê zêdetirî 11 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî hene.

3 hezar û 318 kon ji wan re hatine vedan , kamp li ser rûbereke 2 hezar metre çargoşe hatiye avakirin.

Li aliyê rastê ve yê kampê, kampeke cuda ji jinên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûrî û Iraqî re hatiye vekirin.

Di nav kampê de derdora 15 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Dema mirov di nav kampê de bigere û dîmenan bikişîne, ji çêrên ku jinên DAIŞ`ê dikin, xilas nabe.

Her wiha deqeyek bê rasthatina tengezarî û lêdanên jin û zarokên DAIŞ’ê derbas nabe.

Ev yek li ser civakê xetereyeke mezin e.

Ji ber wê eger civaka navdewletî nekeve tevgerê wê bêdengiya wan derfetê bide belavbûna vê hişmendiyê.

Her wiha xetereya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û hişmendiya wan jî heye.

Di vê pêvajoyê de ji nû ve perwerdekirina kesên li kampa Holê dimînin, girîng e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bangewazî li dewletên herêmî û navdewletî kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin.

Piştî ku dewletên herêmî daxwazên Rêveberiyê red kirin, vê carê jî Rêveberiyê ji bo darizandina çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Leave a Reply

Back to top button