Tevgera Çand û Hunerê di çarçoveya çalakiyên meha çandê de şahiyeke li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a Dêrikê li dar xist.
Bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre ji Rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê Elî Hacî axivî û got:”Çand û huner nasname û dîroka gelan e.
Ji ber vê yekê divê em çandê pêş bixin û bixin xizmeta şoreşa Rojava.”
Piştî axaftinan, Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê û hunermend Mihemed Cûdî ku endamê Koma Tolhildan a Hesekê ye stran gotin.
Şahî bi gerandina govend û istranan hat bi dawî kirin.