Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Zendûra weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku li qada Zendûra a Metîna li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk hatibû, weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de

7’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li Zendûrayê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiya ku bi xurtî li dagirkerên li gir hate xistin de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Di çalakiyê de çepereke li gir û 2 pergala kamerayê ya mobesseyê jî hate rûxandin.”

Back to top button