LI SWÊDÊ JI BO PIŞTGIRIYA BI KURDAN RE, ÎNSIYATÎFEKE NÛ HAT AVAKIRIN

Li navçeya Soderhamn a Swêdê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re rêxistinbûneke nû hate avakirin.

Rêxistina bi navê “Însiyatîfa Soderhamnê ya ji bo aştî û azadiya li Kurdistanê” daxuyaniyek ji medya Swêdê re şand .

Rêxistinê diyar kir ku armanca rêxistiniya nû xurtkirina piştgiriya bi gelê Kurd re ye.

Însiyatîf bi hewldana Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ava bû .

Ev komîteyê demeke dirêj e ji bo mafên Kurdan çalakiyan li dar dixe.

Di nava însiyatîfê de gelek rêveberên nû û kevn ên şaredariyan, oldar, rêveberên sendîkayan,

nûnerên xwendekaran, serokê berê yê navçeyê, doktor, wênevanên naskirî yên navçeyê, kompozîtor, rojnamevan, wênekêş, rektor hene.

Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gustafsson bi wesîleya ragihandina însiyatîfê, ji medya Swêdê re got:

“Em dixwazin piştgiriya ji bo gelê Kurd berfirehtir bikin û rêber Ocalan ji zindanê bê berdan.

Ez serbilind im ji ber ku gelek Soderhamniyan cihê xwe di nava însiyatîfê de girtine.”

Leave a Reply

Back to top button