22 sal di ser şahedata gerîlayê hunermed Hozan Serhed re derbas bûn

22 sal di ser şahedata gerîlayê hunermed Hozan Serhed re derbas bûn. Hozan Serhed li dijî tunekirin û qirkirina çanda kurd bi stran û awazên xwe têkoşîneke mezin kir.
Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha 1999’an ji bo amadekirina klîbekê ku berê xwe de herêma Botanê ,di kemîneke artêşa Tirk dagirker de şehîd bû.
Îro jî deng û sitranên Hozan Serhed weke destpêkê di dil û mejiyê gelê Kurd de zindî ye û dijîn.

Îro 22’emîn salvegera şahedata gerîlayê hunermed Hozan Serhed e.

Sileyman Alp doxan bi nasnav Hozan Serhad 24’ê Tîrmeha 1970’î li navçeya Zêtkan a Agiriyê ji dayik bûye.

Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha bajarê Tirkiyê Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn.

Li zangîngehê dest bi lêkolînan dike û bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike.

Hozan Serhed di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û di Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî nava refên PKK’ê dibin.

Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha bajarê Amasya û 12 sal ceza lê tê birîn..

Piştî vê bûyerê Serhed berê xwe dide Şamê û piştre ji bo karê hunerê diçe Ewropayê.

Hozan Serhed sala 1996’an ji Ewropa vedigere Kurdistanê û li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike.

Piştî ku 17’ê Gulana 1997’an hêzên PDK’ê êrîşî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhed strana bi navê Hewlêr çêkir:

Hozan Serhed weke hunermendekî şoreşger di xebatên mûzîk û hunerê de gelekî pêşketî û afrîner bû. Li miqabilî hunermendên din şêwaz û sitîlekî xwe yê awaz û stranan yê taybet hebû.

Ji bilî strana Hewlêr, stranên mîna Payîze, Ez Kurdistan im, Sîpanê Xelatê, Mîzgîna Leheng û gelek stranên din, weke ku îro hatine çêkirin hê jî nûjeniya xwe diparêzin.

Hozan Serhed bi gotina, “Çavkaniyeke me ya xurt heye” bi stran û awazên xwe li dijî qirkirin û helandina çanda Kurd têkoşîya.

Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha 1999’an de ji bo kişandina klîbekê tevî çend hevalên xwe diçe Botanê û di kemîneka artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Tevî 22 sal di ser şahadeta Hozan Serhed re derbas dibe, lê hîn jî di dil û mejiyê gel kurd de dijî.

Piştî şahadeta Hozan Serhed, li Kurdistanê û derveyî welêt, bi dehan kom bi navê Hozan Serhed hatin avakirin.

Her wiha bi sedan ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla jî bûn, navê Serhed li xwe kirin .

Back to top button