Fûad Hisên: Vekişîna DYA ji Iraqê yek ji mijara dosyayên gera 4’emîne

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ragihand ku gera diyaloga stratejîk a çaremîn a navbera Iraq û Amerîkayê de ya dawî ye.

Fûad Hisên diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê Amerîkayê Jeo Biden dê tevahî têkiliyên Iraqî-Amerîkî nîqaş bikin.

Di nava van nîqaşan de rakirina hemû baregehên Amerîkayê li Iraqê heye.

Hisên da zanîn ku di gera diyalogê de wê li ser vekişîna Amerîkayê li hev bikin.

Her wiha Hisên got:

” Bi hezaran şûnwarên dîrokî dê ji Washingtonê vegerînin Iraqê û hevkariyek berbiçav ji aliyê Amerîkayê ve heye ku şûnwaran vegerîne.”

Back to top button