Parlamentoya Swêdê qanûna ji bo koçberan amadekirî erê kir

Swêdê di mijara koçberiyê de qanûneke nû xiste meriyetê.
Dema mafê rûniştinê yê penaberan wê bê bisînorkirin.

Qanûn hefteya derbasbûyî li Parlamenta Swêdê hate qebûlkirin.

Ev qanûn wê bikeve şûna qanûna ku 5 sal in di meriyetê de ye û daxwaza penaberiyê bi sînor dike.

Beriya guhertina di sala 2016’an de hate kirin, qanûnek ji sala 1984’an ve di meriyetê de bû, ku li gorî wê qanûnê ji bo mirovên daxwaza wan a penaberiyê hatiye qebûlkirin, mafê mayinê yê bêdawî dihate dayin.

Lê bi pêşniyara hikumeta heyî re qanûna ku nêzî 40 salan di meriyetê de bû hate guhertin.

Li gorî vê qanûnê, mirovên bixwazin hîn bêhtir li vî welatî bimînin divê testa ziman û welatîbûnê bikin.

Hin ji rêxistinên civakî yên sivîl ên li welêt nerazîbûneke tund nîşanî vê pêkanînê dan.

Mirovên ji bo xwendinê, kar an jî bi vîzeya malbatî tên, hemû dikevin ber vê qanûnê.

Mirovên nû hatine jî beriya ku serlêdana ji bo mafê mayinê yê mayinde bike, herî kêm divê sê salî li vî welatî mabin.

Her wiha ji bo xwegihandina hev a malbatê jî wê bi rengekî otomatîk mafê rûniştinê yê demkî bê dayin.

Back to top button