Biden û Zelenskiy wê 30 Tebaxê li Koşka Spî bicivin

Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy têkildarî gefên Moskowa yên li ser serweriya Kîev û pirsgirêka enerjiyê wê di 30’ê Tebaxê de li Koşka Spî bicivin.

Di peywendiya telefonî ya 7 Hezîrnaê navbera lîderan de, Biden û Zelenskiy vexwendibû DYA.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê herdû lîder di meha Tebaxê de bicivin.

Jen Psaki diyar kir ku herdu serok wê li Koşka Spî têkildarî gefên Rûsyayê yên li ser serweriya Ukrayna û pirsgirêkên enerjiyê nîqaş bikin.

Psaki daxuyakirin ku civîn wê di 30’ê Tebaxê de pêk were û wiha got:

Wê Biden careke din piştevaniya xwe ya ji bo serwerbûna xaka Kîevê nîşan bide.

Û di mijara Donbass û Kirim de, wê destûr bide ku Ukrayna serweriya xwe ragihîne.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki her wiha dazanîn ku wê Biden û Zelenskiy wê li ser mijara nelirêtiyên li Ukrayna ku ev demeke bûye mijara sereke ya welatên Rojavayî jî nîqaş bikin.

Back to top button